
Nêçîrvan Barzanî: Divê di Destûra Sûriyeyê de Mafên Kurdan Werin Parastin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di COP31ê de legel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara civiya û tekez kir ku divê mafên destûrî yên Kurdan werin parastin.
Di çarçoveya Civîna Bilind a Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de ku li Antalyayê hat amadekirin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara hatin cem hev. Di civînê de têkiliyên dualî, krîzên li Rojhilata Navîn û mafên destûrî yên Kurdên li Sûriyeyê hatin axaftin.
Barzanî diyar kir ku divê mafên rewa yên gelê Kurd werin parastin, werin nasîn û di destûra nû ya Sûriyeyê de ku wê bête amadekirin de werin mîsoger kirin. Di vê çarçoveyê de, giringiya mîsogerkirina mafên Kurdan di destûrê de hat tekezkirin.
Her du rêberan rewşa têkiliyên rêveberiya Şamê yên legel Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û li ser hewcedariya firehkirina hevkarayiyê li gorî berjewendiyên hevbeş rawestiyan. Ji bo pêşîgirtina li belavbûna alozîyên herêmî, peydakirina aramyê û derbaskirina krîzan, çareseriyên aştiyaneyî û dîplomasî di rêza yekem de hatin destnîşankirin.
Di dawiya civînê de, Barzanî hêvî kir ku Ehmed Şara di demeke nêzîk de serdaneke fermî bide Hewlêr û Bexdayê.
Çavkanî: Kurdistan24