PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku komîteyeke çavdêriyê tê avakirin
Numan Kurtulmuş daxuyand ku li Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) ji bo çavdêriya pêvajoya têkoşîna li dijî terorê, komîteyeke çavdêriyê tê avakirin.

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku komîteyeke çavdêriyê tê avakirin

Numan Kurtulmuş daxuyand ku li Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) ji bo çavdêriya pêvajoya têkoşîna li dijî terorê, komîteyeke çavdêriyê tê avakirin.

Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş got: "Di rojên pêş de em ê bi şêwreke mezin, li ser navê îradeya gel di nava TBMMê de komîteyeke çavdêriyê ava bikin ku ew ê pêvajoyê kontrol û şopandin bike."

Kurtulmuş di bernameya "Em di Pêşerojeke Hevpar de Yek in" a ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ve hatibû organîzekirin de pêvajoya aştiyê nirxand û diyar kir ku ji bo pêvajoyek saxlem, divê armanca "Tirkiyeya bê teror" bi awayekî zelal, şefaf û baş bê vegotin.

Di axaftina xwe de got: "Tirk, Kurd, Ereb û unsûrên din ên etnîkî, em hemû bi sedsalan e li vî welatî bi hev re dijîn." Wî bal kişand ser wê yekê ku teror mezintirîn pirsgirêka sedsala ewil a Tirkiyeyê ye û got ku pêvajoya ji bo rakirina vê pirsgirêkê bi serkeftî dimeşe û dê encam jê bê girtin.

Kurtulmuş da zanîn ku hatina cem hev a aqilê dewletê û wijdanê gel di serkeftina gavên hatine avêtin de roleke krîtîk dilîze. Her wiha bi bîr xist ku bi berçavgirtina daxuyaniyên rêxistinê yên derbarê çekberdan û feshkirina çalakiyên xwe de, teror dê ji rojeva Tirkiyeyê rabe.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler