Rojev

Operasyona Cendirmeyan li Nisêbînê: 12 Hezar Paket Cixare hatin desteserkirin
Di operasyona li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de, 11 hezar paket cixare û 1 hezar paket pûro bi gumanê ku qaçax in, hatin desteserkirin.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Mêrdînê, li dijî bazirganiya tûtin û cixareyên qaçax operasyonek li dar xist. Operasyon bi kordîneya Midûriyeta Şaxa KOMê, ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Nisêbînê ve hat birêvebirin.
Tîmên cendirmeyan, 11 hezar paket cixareyên bêbandrol û 1 hezar paket pûroyên bêbandrol desteserkirin. Di çarçoveya operasyonê de derbarê gumanbarekî de karûbarên hiqûqî hatin destpêkirin.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Mêrdînê ragihand ku xebatên wan ên di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçîtî û sûcên organîze de berdewam dikin.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi