Rojev

Li ser Rêya Hevrîşimê ya Nisêbînê, wesayiteke bazirganî ya sivik li ser bariyerên hesinî asê ma
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li ser Rêya Hevrîşimê ya navneteweyî, wesayiteke bazirganî ya sivik ji kontrolê derket û li ser bariyerên hesinî asê ma; di qezayê de ti kes birîndar nebû.
Li taxa Demirtepe ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di saetên êvarê de li ser Rêya Hevrîşimê ya navneteweyî, wesayiteke bazirganî ya sivik ji kontrolê derket û derket ser bariyerên hesinî yên li nava rê û wesayit li ser bariyeran asê ma.
Navê ajokarê wesayitê û plakaya wê hêj nehatiye tespîtkirin. Piştî agahdarkirinê, tîmên cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de ti kes birîndar nebû, lê zirar gihîşt wesayitê.
Wesayit bi alîkariya vînç û kişandekê ji ser bariyeran hat rakirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Çavkanî: Nusaybin Medya