
NYT: Maduro yê ku di girtîgeha DYA’yê de tê ragirtin, Quran û Încîlê dixwîne
New York Timesê ragihand ku Maduro li girtîgeha Brooklynê pirtûkên olî dixwîne.
Serokdewletê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro ku di 3ê Çile de bi operasyoneke taybet a hêzên DYA’yê ji paytext Caracasê hatibû revandin, li girtîgeheke Brooklynê ya DYA’yê girtî ye.
New York Timesê di nûçeya xwe ya derbarê şert û mercên girtîgehê yên Maduro de diyar kir ku ew "ketine rêwîtiyeke ruhî" û dema xwe ya vala ji bo xwendina metnên olî û felsefî terxan dike. Li gorî çavkaniyê, Maduro li girtîgehê bi rahîbek û keşîşekî re hevdîtin kiriye û pirtûkên olî yên wekî Quran û Încîlê dixwîne.
Hat ragihandin ku Maduro di sala xwe ya li girtîgehê de gelek kîlo daye û di mehên dawî de lawaz bûye, herwiha ji xwarinên girtîgehê jî gilîdar e. Di heman demê de hat îdiakirin ku Flores Maduro jî ji aliyê hêzên DYA’yê ve hatiye girtin û rewşa wê ya tenduristiyê krîtîk e; piştî emeliyatê di pêvajoya başbûnê de ye, du diranên xwe ji dest dane, zêdetirî 11 kîloyan kêm bûye, ji ber gaza îsotê zirar dîtiye û dibe ku di meha Tîrmehê de krîza dil a sivik derbas kiribe.
Çavkanî: Rûdaw