
NYT: Pûtîn plan dike êrîşên li ser Ûkraynayê di dirêjahiya zivistanê de bidomîne
Analîzên îstixbarata rojavayî nîşan didin ku Pûtîn dixwaze operasyonên leşkerî yên li dijî Ûkraynayê di mehên zivistanê de bidomîne.
Hat ragihandin ku analîzên îstixbarata rojavayî eşkere dikin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn niyeta wî heye êrîşên xwe yên li ser Ûkraynayê di dirêjahiya zivistanê de bidomîne.
Li gorî nûçeya New York Timesê, ev analîz îdiayên derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de, beriya lûtkeya dîrokî ya ku wê di navbera serokên DYA, Çîn û Rûsyayê de were kirin, dihewîne.
Rayedaran diyar kirin ku Rûsya ji ber ziyanên mezin, zehmetiyên peydakirina leşkeran û bêîstiqrariya aborî di bin zexteke zêde de ye û domandina şer dibe ku rexneyên li nav raya giştî ya welatê wî kêm bike.
Hat ragihandin ku li bajarê Şenzhenê yê Çînê, Serokê Çînê Şî Cîn Pîng, Serokê DYA Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê cara yekem di formata sêalî de bên ba hev.
Çavkanî: Rûdaw