
Nirxandina Orhan Yıldırım ya derbarê Amedsporê de: Girîngiya "Tîma Gel"
Rojnamevanê Fanatikê Orhan Yıldırım, di Hevdîtina Medyaya Werzişê ya Neteweyî ya li Amedê de, behsa têkiliya Amedsporê ya bi bajêr û pêdiviyên binesaziyê kir.
Rojnamevanê rojnameya Fanatikê Orhan Yıldırım ku beşdarî Hevdîtina Medyaya Werzişê ya Neteweyî ya Amedsporê ya di navbera 13-15ê Mijdarê de li Amedê hatî kirin bû, çavdêriyên xwe hem di qunciknivîsa xwe de hem jî li ser hesabê xwe yê X parve kir. Yıldırım, pesnê guhertina Amedê ya di salên dawî de, dewlemendiya dîrokî û çandî û têkiliya xurt a Amedsporê ya bi gel re da.
Rojnamevan bi bîr xist ku ew di sala 2003an de ji bo pêşbirka Beşiktaşê hatibû bajêr û diyar kir ku ji wê demê ve bajêr gelek pêş ketiye; herêmên tûrîstîk, bazar û xwarinên wekî cegerê bala gelek kesan dikişînin. Wî tekez kir ku Amedspor ne tenê tîma Amedê, tîma herêmê û bi hezaran mirovên li bajarên cuda dijîn e û li derveyî welat jî xwedî girseyeke mezin a alîgiran e.
Yıldırım behsa avahiya rêveberiya klûbê jî kir û diyar kir ku di kadroya îdarî ya ji 50 kesan de cihgirtina 17 jinan balkêş e. Wî anî ziman ku stadyuma 33 hezar kesî li hemberî eleqeya alîgiran kêm dimîne û eger kapasîte derkeve 50-60 hezarî, dê tribûn tijî bibin. Yıldırım da zanîn ku zemîna stadyumê serkeftî ye, lê tesîs kêm in û butçeya ji bo şaxên cuda hatiye veqetandin sînordar e; ji bo pêşketina werzişî û sazûmanî ya Amedsporê pêdivî bi derfetên xurttir heye.
Çavkanî: Tigris Haber