
Li devera Soranê sê navendên nû yên dewletê yên otîzmê tên vekirin
Li Soran, Çoman û Rewanduzê ji bo piştgirî û perwerdehiya zarokên otîstîk, sê navendên nû yên dewletê yên otîzmê tên ava kirin.
Li navçeyên Soran, Çoman û Rewanduzê sê navendên nû yên dewletê yên otîzmê tên ava kirin. Ev navend dê ji bo zêdetirî 200 zarokên otîstîk ên li deverê xizmeta perwerdehî û meşqê peyda bikin.
Rêveberê Xizmetên Civakî yê Çomanê Îbrahîm Mihemed, di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê 16ê Mijdara 2026an de diyar kir ku biryar hatiye dayîn ku li Çomanê navendeke otîzmê ya bi piştgiriya dewletê bê vekirin û ji malbatan xwest ku navên zarokên xwe qeyd bikin. Heta niha zêdetirî 40 malbatan serlêdan kiriye.
Komîsyoneke pispor dê asta otîzma zarokan diyar bike û biryarê li ser pêvajoya qebûlkirina wan di navendan de bide. Ji bo vekirina navendan li Soran, Çoman û Rewanduzê karên fermî hatine destpêkirin. Li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara navendên otîzmê ku berê 10 bûn, îro gihiştiye zêdetirî 55an.
Çavkanî: Kurdistan24