
Li Parîsê Merasîma Bîranînê ji bo Pêşmerge û Şervanên Kurd û Fransî
Di 28ê Mijdara 2026an de, li navçeya 15an, bi merasîmeke ku ji aliyê Komeleya Biratiya Fransa-Pêşmerge ve tê organîzekirin, şervanên Kurd û Fransî wê bên bîranîn.
Li navçeya 15an a paytexta Fransa Parîsê, roja Şemiyê 28ê Mijdara 2026an, ji bo rêzgirtina li şervanên kevn ên Kurd û Fransî û hêzên Pêşmerge yên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêzeçalakiyên bîranînê bên lidarxistin. Çalakî bi dirûşma "Ji bo Cîhaneke Azad" ji aliyê Komeleya Biratiya Fransa-Pêşmerge ve tê organîzekirin û Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê û Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê jî beşdar dibin.
Merasîm wê saet di 14.00an de li Baxçeyê Eugénie Djendi, li navnîşana 29, rue Montagne de la Fage, li xaçerêya kolanên Saint-Charles û Balardê bi pêşwazîkirina mêvanan dest pê bike. Saet di 14.30an de, li ber bîrdariya leşkerên ku di operasyonên derveyî welat de ji bo Fransayê jiyana xwe ji dest dane, merasîma fermî ya bîranînê pêk were. Saet di 15.30an de, beşdar wê li Rêya Pêşmerge ya di nava Parka André Citroën de rêz bigirin û saet di 16.30an de jî li salona cam a heman parkê, merasîmeke taybet ji bo rêzgirtina li hêzên Pêşmerge bê lidarxistin.
Organîzatoran diyar kirin ku wan ev çalakî wekî nîşaneya tifaq û fedakariya hevpar a her du gelan a di oxira nirxên mirovî û azadiyê de organîze kirine.
Çavkanî: Kurdistan24