
Buhayên petrolê bi guhêrbarî dimeşin, Brent daket bin 90 dolarî
Zêdebûna dabînkirina cîhanî û pêşhatên li Rojhilata Navîn buhayên Brent û WTI daxistin, lê daxuyaniyên Trump ên derbarê êrîşên muhtemel ên li dijî Îranê de li sûkê bêewlehî çêkir.
Li sûkên petrolê yên navneteweyî, bi bandora pêşbîniyên zêdebûna dabînkirinê û aloziyên li Rojhilata Navîn, buhayên petrolê bi guhêrbarî dimeşin. Buhayê bermîla petrola Brent a ji bo meha rêbendanê, piştî ku roja înê derket 93,07 dolaran, bi 92,57 dolaran girtibû; îro di saet 09.27an de bi rêjeya ji sedî 2,8 daket 89,96 dolaran. Di heman saetan de bermîla petrola xav a cureyê Teksasa Rojava (WTI) jî bi 83,50 dolaran hat firotin.
Di binê daketina buhayê de, başbûna şandina petrolê ya ji Kendava Besrayê û xurtbûna pêşbîniyên zêdebûna dabînkirina cîhanî heye. Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) pêşbînî dike ku bi başbûna bilez a hilberîna li herêmê û aram bûna dabînkirinê, di çaryeka dawî ya salê de dabînkirina petrola cîhanî dê ji daxwazê zêdetir bibe.
Li gel vê yekê, daxuyaniyên Serokê DYA Donald Trump ên ku dibêje dibe ku êrîşên li dijî Îranê ji nû ve dest pê bikin û gotina Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadi ya ku dibêje pencereya dîplomasiyê hîn jî vekirî ye, bêewlehiya li sûkên petrolê zêde dike. Êrîşa Hûsiyên bi piştgiriya Îranê ya li ser Refîneriya Petrolê ya Rabig a li Erebistana Siûdî û êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjiyê ya li Ukraynayê jî fikarên li ser ewlehiya dabînkirinê tînin rojevê.
Ji aliyê analîza teknîkî ve, ji bo petrola Brent asta 90,42 dolar wekî asteng (berxwedan) û asta 89,58 dolar jî wekî herêma piştgiriyê tê şopandin.
Çavkanî: Rûdaw