
Buhayê nefta Brentê derket 96,27 dolaran
Buhayê bermîla nefta Brentê, ji ber aloziyên Rojhilata Navîn û guherîna bendewariyên navbera DYA û Îranê de ji sedî 0,47 zêde bû û gihîşt 96,27 dolaran.
Buhayê bermîla nefta Brentê ya bo meha rêbendanê (ocax), îro li saet 09.30an li gorî girtina berê ji sedî 0,47 zêde bû û derket 96,27 dolaran. Di roja bazirganiyê ya berê de buha heta 96,28 dolaran bilind bûbû û roj bi 95,82 dolarî temam kiribû. Di heman saetan de nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) ya bo meha berfanbarê (kanûn) bi 88,73 dolaran hat firotin.
Zêdebûna buhayan bi bandora aloziyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn pêk hat. Êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Erebistana Siûdî, astengiyên neftkêşan ên li Tengava Hurmuzê û qelsbûna bendewariyên lihevkirinê yên navbera DYA û Îranê de di bazarê de nediyariyek çêkir. Daxuyaniyên Serokê DYA'yê Donald Trump ên li ser Îranê jî fikarên di bazaran de zêde kirin.
Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya DYA'yê (EIA) ragihand ku embarên nefta xam a bazirganiyê hefteya çûyî nêzîkî 4,7 milyon bermîlan zêde bûne û gihîştine 414,4 milyon bermîlan. Tevî ku dihat meşîze kirin ku embar 600 hezar bermîl kêm bibin, rezervên neftê yên stratejîk 2,6 milyon bermîl kêm bûn û daketin 279,5 milyon bermîlan. Embarên benzînê jî bi zêdebûna 1,8 milyon bermîlan derketin asta 210,8 milyon bermîlan. Di heman demê de hilberîna nefta xam a rojane ya DYA'yê 10 hezar bermîl zêde bû û derket 14,013 milyon bermîlan.
Di analîza teknîkî de bo nefta Brentê asta 96,43 dolarî wekî berxwedan û asta 95,37 dolarî jî wekî asta piştgiriyê tê şopandin.
Çavkanî: Rûdaw