
PFDK'yê di Lîga 1'ê de bi giştî 1,3 milyar TL cezayê dravî da rikberên Vansporê
Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Turkiyeyê, cezayê dravî û astengkirina temaşevanan da klûbên rikberên Vansporê.
Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Turkiyeyê (PFDK), cezayên dîsîplînê yên cûda da tîmên wekî Bursaspor, Boluspor, Bandırmaspor, Bodrum FK û Batman Petrolspor ku di Lîga 1'ê de rikberên Vansporê ne. Ji bilî cezayên dravî, kartên elektronîk ên biletan û dergehên tribunalê yên alîgirên hin klûban hatin astengkirin, û ji bo rayedarên klûban jî cezayê qedexekirina ji maçan hat dan.
Bursaspor di maça Antalyasporê de ji ber dirûşmên xirab ên alîgirên xwe û bûyerên di qadê de 410.000 TL cezayê dravî girt û kartên biletan ên elektronîk ên alîgirên li tribuna mêvanan hatin astengkirin. Her wiha rayedarê klûbê Furkan Akın ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser hakem 170.000 TL cezayê dravî girt û ji bo maçek fermî ketina wî ya odeya guhertina cilan û sekoya cihêgiran hat qedexekirin. Di maça li hember Bandırmasporê de jî ji ber guhnedana bernameya demê 140.000 TL cezayê zêde hat bırîn; ev cezaye bi giştî ji bo Bursasporê ji 550.000 TL'yî zêdetir e.
Boluspor di maça li hember Bodrum FK'yê de ji ber ku li dijî talîmatên rêxistinî û ewlehiyê tevgerya, du cezayên dravî yên cuda girtin û bi giştî rastî cezayê 380.000 TL'yî hat. PFDK'yê bi van biryaran armanc kir ku rê li ber tevgerek neyînî û binpêkirina ewlehiyê di Lîga 1'ê de bigire.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi