
Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar, di nava 50 akademîsyenên herî bibandor ên cîhanê de ye
Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Îbrahîm Ozcoşar, bi xebatên xwe yên li ser Filistînê kete lîsteyeke navneteweyî.
Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê (MAÜ) Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar, di lîsteya "Endeksa Serkeftina Akademîk: 50 Kesayetên Akademîk ên Herî Bibandor ên ku di Serdema 2023-2026an de Xwedî li Doza Filistînê Derketine" de cih girt. Ozcoşar ku wekî yek ji du navên ku Tirkiyeyê temsîl dikin hat nîşandan, di heman demê de ligel Rektorê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê ya Navneteweyî û Serokê berê yê Karên Olî Prof. Dr. Mehmet Gormez di lîsteyê de cih girt. Di lîsteyê de 25 nav ji welatên Îslamî û 25 nav jî ji derveyî cîhana Îslamê hatin hilbijartin.
Prof. Dr. Ozcoşar, di 21-22ê Mijdara 2026an de li Stenbolê beşdarî Foruma Akademîsyenên Navneteweyî ya li ser Pirsgirêka Qudsê bû. Wî di forumê de axaftina vekirinê ya bi sernavê "Derbaskirina Zexta Siyonîst di Akademiyê de: Avakirina Akademiya Antî-Siyonîst" kir û di vê çarçoveyê de ji ber çalakiyên xwe yên ji bo parastina azadiya akademîk, piştgirîdayîna xebatên zanistî yên li ser Filistînê û parastina serxwebûna zanîngehan xelatek wergirt.
Di derketina pêş a Ozcoşar a li qada navneteweyî de, erkên wî yên di rêveberiya Weqfa Beytulmaqdisê û xebatên wî yên li ser Quds û Filistînê ku bi salan e dimeşîne, bandor bûn. Di vê çarçoveyê de gelek çalakiyên zanistî yên wekî Sempozyûma Navneteweyî ya Beytulmaqdisê hatin lidarxistin, li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê Lêkolînên Quds û Filistînê de bernameya doktorayê hat vekirin û edîtoriya pirtûka bi navê "Dersên Quds û Filistînê" hat kirin; wergerên vê berhemê yên bi zimanên erebî û îngilîzî didomin.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi