
Hişyariya Prof. Dr. Mehmet Tahir Gökdemir li dijî jehrîbûna bi sobeyan di mehên zivistanê de
Pisporê Tibba Lezgîn ê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, metirsiyên jehrîbûna bi karbonmonoksîtê û tedbîrên ku divê bên girtin eşkere kir.
Bi daketina germahiyê ya li bin asta demsalê li seranserê welêt, bi taybetî li herêmên gundewarî bikaranîna sobeyên dar û komirê zêde dibe. Ev rewş di mehên zivistanê de metirsiya jehrîbûna bi karbonmonoksîtê (CO) bi xwe re tîne.
Pisporê Tibba Lezgîn Prof. Dr. Mehmet Tahir Gökdemir diyar kir ku CO gazeke bêreng, bêbêhn e û nabe sedema ti aciziyeke ku bi çavan bê dîtin. Ev gaz dema şewat bi temamî pêk nayê, bi yekbûna karbonê bi atomeke oksîjenê re çêdibe û li gorî oksîjenê nêzî 240 qat zêdetir bi hemoglobînê ve girêdide û rê li ber veguhastina oksîjenê digire. Ev rewş dikare bibe sedema bêoksîjenmayîna organên jiyanî yên wekî mêjî û dil û bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên giran.
Gökdemir bal kişand ser wê yekê ku di rewşeke muhtemel a jehrîbûnê de, divê beriya her tiştî kes ji wê hawîrdorê bê dûrxistin û hawîrdor baş bê hewakirin. Wî hişyarî da ku jehrîbûna bi karbonmonoksîtê dikare encamên kujer bi xwe re bîne û bang li gel kir ku baldar bin.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi