PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

PSK, li hember operasyona li dijî HEVBENDÎ’yê bertek nîşan da: 'Em ê xwedî lê derkevin'
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, li hember binçavkirina 9 kesan di operasyonên li Enqere, Amed, Êlih û Mêrdînê de daxuyaniyek da.

PSK, li hember operasyona li dijî HEVBENDÎ’yê bertek nîşan da: 'Em ê xwedî lê derkevin'

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, li hember binçavkirina 9 kesan di operasyonên li Enqere, Amed, Êlih û Mêrdînê de daxuyaniyek da.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), piştî operasyona li dijî HEVBENDÎ’yê daxuyaniyek weşand û got: "Zext wê me netirsînin, em ê xwedî li HEVBENDÎ’yê derkevin."

Li gorî daxuyaniyê, di 7ê Mijdara 2026an de li Enqere, Amed, Êlih û Mêrdînê bi awayekî hevdem operasyon hatin kirin û bi giştî neh kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî Parêzer Hasan Dağtekin, Rêveberê PÊLKURD’ê Fuad Önen, Nûnerê Kesayetên Kurdistaniyên Serbixwe Ali Öncü, Rojbin Bükün, Ali Çeven, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Ali Aydın hene.

PSK’ê ev operasyon wekî "êrîşên tirkperestên nijadperest-şoven" bi nav kir û diyar kir ku ev berdewamiya polîtîkaya zext û înkarê ya li ser gelê Kurd e. Partiyê tekez kir ku operasyonên binçavkirinê wê têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk ranewestîne û bang li hemû aliyên hestiyar kir ku li hember êrîşên li dijî HEVBENDÎ’yê dengê xwe bilind bikin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler