Rojev

Li Pulumurê hirçên boz konteynerên çopê yên li Taxa Meydanlarê radigirin
Li navçeya Pulumurê ya Dersimê, hirçên boz êvaran dikevin Taxa Meydanlarê û konteynerên çopê radigirin.
Li Taxa Meydanlarê ya girêdayî navçeya Pulumurê ya Dersimê, hatina hirçên boz a bo taxê di demên êvarê de bûye karekî rojane. Piştî ku tarî dikeve, hirç li kolanan digerin.
Kamerayeke li taxê, kêliya ku hirçek li pey xwarinê digere û berê xwe dide cihê konteynerên çopê û wan radigire, tomar kir. Ev tevgera hirçê, kêliya ku ew di nava çopê de li xwarinê digere belge kir.
Li Pulumurê ku bi dewlemendiya xwe ya jiyana kovî tê naskirin, daxistina hirçan a heta nava taxê, careke din nîşan da ku navçe çawa bi jiyana xwezayî re têkel e.
Çavkanî: Dersim Ekspres