
Putin: Em şerê li gel Ewropayê naxwazin, lê em amade ne
Putin got ku ew şerê li gel Ewropayê naxwazin, lê ew ji bo pevçûneke muhtemel amade ne.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, piştî Zîrtikê Rûsya-Afrîkayê ku li Moskovayê hate kirin, li gel Serokê Dewleta Burundiyê Evariste Ndayishimiye civîneke rojnamevaniyê ya hevpar çêkir. Putin daxuyaniyên ku dibêjin welatên Ewropayê wê heta sala 2030î ji bo şerekî muhtemel ê li gel Rûsyayê amade bibin nirxandin û got: "Em berî her tiştî amade ne. Lê em ti şerî li gel Ewropayê naxwazin. Eger kesek hebe ku dixwaze, bila amade bibe."
Putin diyar kir ku welatên Rojava negihîştine armanca xwe ya ku têkçûneke stratejîk bînin serê Rûsyayê û got ku ne pêkan e ev armanc heta sala 2030î pêk bête. Putin li ser encamên şerekî muhtemel hişyarî da û got: "Eger tişt gelekî pêş de biçin, ti kes bi ser nakeve. Bila ti kes vê yekê ji bîr neke."
Putin got ku Rûsyayê ji Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem ders girtine û da zanîn ku ew hewldanê dikin da ku pevçûnên din ên wiha çênebin. Putin behsa geşedanên ewlehiyê yên li Deryaya Baltikê jî kir û got ku ew piştgiriyê didin berçavgirtina hiqûqa deryayî ya navdewletî li herêmê.
Putin destnîşan kir ku Rûsya amade ye bersiva provokasyonên li herêmê bide û got: "Gelo kesek heye ku dixwaze li Deryaya Baltikê rewşeke mîna ya li Kendava Besrayê an jî Tengava Hurmuzê çêbibe? Em vê yekê naxwazin, lê em bersiva her cûre dijwarî û gefan didin."
Çavkanî: Kurdistan24