PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

PWK’yê ji bo 89emîn salvegera bîranîna Seyîd Riza û 6 hevalên wî peyamek weşand
Partiya Welatparêzên Kurdistanê, ji bo 89emîn salvegera şehîdbûna Seyîd Riza û hevalên wî yên ku di 15ê Mijdara 1937an de li Elezîzê hatibûn darvekirin, peyamek bîranînê weşand.

Buroya Çapemeniyê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û şeş hevalên wî yên ku pêşengên berxwedana Dêrsimê bûn, peyamek bîranînê weşand. Di nav kesên ku di 15ê Mijdara 1937an de li Meydana Genim a Elezîzê hatin darvekirin de Seyîd Riza, kurê wî Reşik Huseyîn, Huseyînê Demenanî, Seyîd Huseyînê Kureyşanî, Hesen, Aliyê Kalanî û Findiq Axayê Yusufanî hene.

Di peyamê de bal hat kişandin ser kuştina sivîlan a di dema bûyerên Dêrsimê de û hat gotin ku tevî 89 sal derbas bûne jî cihê gora kesên hatine darvekirin hîn jî tê veşartin. Hat diyarkirin ku ev rewş nîşaneya tirs û fikarên dewletê yên li hember bîranîna rêberên Kurd e.

Her wiha di peyamê de behsa rêberên dîrokî yên Kurd ên wekî Şêx Seîd, Xalid Begê Cibranî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî hat kirin û wiha hat gotin: "Tu wêranî û kuştin nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rawestînin. Di 89emîn salvegera qetilkirina wan de, em di şexsê Seyîd Riza de hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin."

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler