
Nevin Reşan Güngör ji bo kincên jinên kurd daxwaza muzegeheke neteweyî dike
Wênesaz û stilîst Nevin Reşan Güngör, bi lêkolîna xwe ya 25 salan kincên kevneşopî yên jinên kurd belge kir û ji bo parastina vê mîratê bang li dewletê dike ku muzegeheke taybet bê avakirin.
Wênesaz, nivîskar û stilîst Nevin Reşan Güngör di hevpeyvîna xwe ya bi Kurdistan24ê re diyar kir ku wê di nava 25 salan de kincên kevneşopî yên jinên kurd, şêwazên girêdana serê û zêrên wan ên dîrokî tomar kirine. Güngör piştî perwerdeya moda û stilîstiyê, di sala 1992an de dest bi komkirina arşîva kincên jinên kurd kir û yekem pêşangeha xwe di sala 1996an de li Navenda Çandê ya Med-Komê ya li Stenbolê vekir.
Ji ber kêmbûna çavkaniyên nivîskî, wê bi lêkolîneke hûr û kûr a ku muzegeh, kolandinên arkeolojîk, arşîvên navneteweyî û serdanên gundan dihewîne, her hûrgiliya kincan bi xêzkirinê belge kir. Di arşîva wê de koleksiyoneke ku ji 75 kincên bi mezinahiya 40×50 cm, 93 şêwazên girêdana serê, 13 aksesûar, 48 perçeyên zêran û teknîkên çêkirina qaliban pêk tê, heye. Xebata wê her wiha sûd ji çavkaniyên wekî "Welatê Efsaneyan Kurdistan" a Yekîtiya Sovyetê, albûma Kurdistanê ya Susan Meiselas û albûmên kincan ên Osman Hamdi Bey wergirtiye.
Güngör tekez kir ku ji bo parastina kinc û zêrên resen ên di sindoqên dayik û dapîrên me de, divê muzegeheke neteweyî bê avakirin û ev daxwaza xwe gihand Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedaran. Wê her wiha anî ziman ku ew piştgiriyê dide ku kincên kevneşopî li ser dikên navneteweyî bên nîşandan û sêwiranerên ciwan vê mîratê bibin paytextên modayê yên wekî Mîlanoyê.
Çavkanî: Kurdistan24