
Li Curf el-Seherê lûleya petrolê hat qulkirin, sed milyon dolar ziyan çêbû
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, ji bo têkoşîna li dijî tora mezin a qaçaxçîtiya petrolê ya li herêmê, ferman da ku artêş bê şandin.
Reutersê ragihand ku li Curf el-Seherê lûleyeke petrolê hatiye qulkirin û ev yek bûye sedema ziyaneke bi sedan milyon dolarî. Du çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku qaçaxçiyan lûleya sereke ya petrola xav a bi pîvana 26 înçî ku rojane herî kêm 200 hezar bermîl petrol tê re derbas dibe, qul kirine.
Rayedarên payebilind ên ewlekarî û petrolê yên Iraqê destnîşan kirin ku Tugayên Hizbullahê bi hevkariya hin rayedarên sektora petrolê, toreke berfireh a qaçaxçîtiyê ya ku bi salan berdewam kiriye, birêve birine. Qaçaxçiyan petrola xav a ku di çalan de kom dikirin, bi sîstemên pompajê yên li hangarên girtî hatine sazkirin, vediguhestin tankerên xwe û li herêmê rafîneriyeke biçûk a veşartî jî ava kiribûn.
Piştî lêpirsînê, Serokwezîr Elî Zeydî 9 rayedarên payebilind ên ewlekarî û petrolê yên li parêzgeha Babîlê, di nav wan de Midûrê Polîsan ê Babîlê, fermandarên îstixbaratê û Midûrê Şîrketa Lûleyên Petrolê jî hene, ji kar dûrxistin û gumanbar sewqî dadgehê kirin. Di heman demê de ferman hat dayîn ku artêş biçe Curf el-Seherê; hat ragihandin ku di destê komê de fuzeyên dijî tankan ên çêkirina Îranê, balafirên bêmirov ên êrîşkar û fuzeyên balîstîk ên menzîlkurt hene.
Analîstê ewlehiyê yê Iraqî Casim el-Behadîlî diyar kir ku ev gav, hesabpirsîneke siyasî ya rasterast a li dijî komeke ku xwedî bandoreke kûr a aborî û ewlekarî ye û armanc jê hişkkirina çavkaniyên darayî yên komê ye. DYA, di meha gulanê de li ser Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê û torên qaçaxçîtiyê yên nêzîkî Tehranê dorpêç danîbû.
Çavkanî: Kurdistan24