
Aktivîsta Rojhilatî Şekayiq Ehmedî di Encûmena Koçberan a Munîxê de ji Lîsteya Kurdistanê namzet e
Aktivîsta mafên jinan û mirovan Şekayiq Ehmedî, li Munîxê di rêza duyem a Lîsteya Kurdistanê de beşdarî hilbijartinên Encûmena Koçberan bû.
Aktivîsta mafên jinan û mirovan Şekayiq Ehmedî, bi eslê xwe ji Rojhilat e û li Zanîngeha Munîxê di beşa fizîkê de masterê dike. Ehmedî, ji bo hilbijartinên Encûmena Koçberan ku dê li bajêrê Munîxê yê Almanya bêne kirin, di rêza duyem a "Lîsteya Kurdistanê" de bûye namzet.
Ehmedî ku bû mêvana bernameya Diaspora ya li Rûdaw TV hat belavkirin, li ser kampanyaya hilbijartinê û armancên xwe axivî. Wê diyar kir ku li Munîxê nêzîkî 25 hezar Kurd dijîn û got ku pir girîng e ku Kurd li bajêr bbibin xwedî nûnerên xwe.
Ehmedî bahsa rabirdûya Lîsteya Kurdistanê di qada hilbijartinê de kir û got ku ev lîste ne cara yekê ye beşdarî hilbijartinê dibe, ji salên 1990î ve beşdarî hilbijartinên Encûmena Koçberan a Munîxê dibe û sêwana hevpar a saziyên Kurdî ye ku li bajêr kar dikin.
Armanca wê ya sereke di hilbijartinan de ew e ku di nav Şaredariya Munîxê de maf û daxwazên Kurdan, bi taybetî yên jinên Kurd, bi awayekî bihêz bîne ziman. Namzetên "Lîsteya Kurdistanê" banga li dengdêrên Kurd kirin ku dengê xwe bidin lîsteya hejmar 22yê û diyar kirin ku ew pir girîng e Kurd di biryardanên li bajêr de bibin xwedî gotin.
Çavkanî: Rûdaw