
Li Romayê li dijî êrîşa çûkên reş bi rêbaza deng û lazerê serkeftin hat bidestxistin
Li taxeke bakurê rojhilatê Romayê, piştî sê rojan ji weşana deng û bikaranîna lazerê, keriyên çûkên reş ji herêmê dûr ketin.
Li Romaya paytexta Îtalyayê, çûkên reş ên ku ji bo derbaskirina zivistanê ji Bakurê Ewrûpayê hatine, bûn sedema deng û pîsî û bêhneke giran. Vê rewşê xelkê taxê û berpirsên şaredariyê xistin nav liv û tevgerê. Pirsgirêkê bandor li jiyana rojane kir; li kolanên bi dar mîna Kolana Viale Jonio gûyê çûkan kom bû û welatiyan nekarîn wesayîtên xwe park bikin.
Sê rojan, her êvar di saet 16.15an de saetekê li ser pencere, eywan û banên mal û cihên kar, bi rêya hoparlor, komputer û telefona destan dengên bilind ên ku dengê tirsê yên çûkên reş çêdikirin hatin weşandin. Di heman demê de tîmên şaredariyê ronahiya lazerê û modela çûkekî giran ku navê wî "Geronimo" ye xistin dewrê. Piştî van dangan, keriyên çûkên reş ezmanê herêmê berdan û ber bi cihên dûrtir ve çûn.
Endamê meclîsa şaredariyê Matteo Zocchi ku li herêma sêyem a Romayê berpirsê karên hawirdorê ye, diyar kir ku çûkên reş beşek ji xwezayê ne û naye kirin ku bi tevahî werin tunekirin, armanca wan ew e ku hinekî bêhnê bidin herêmê. Roberto Benenato yê 29 salî ku li Viale Jonio di nanpêjgehekê de dixebite got ku bêhna giran a gûyê çûkan bêhnstendinê zehf dike û parkkirina wesayîtan li kolanê nebûyî ye.
Pisporan destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî çûkên reş de, destwerdana di wê çirkeyê de ku çûk li ser şaxên daran radipêşin giring e. Îsal zêdebûna hejmara çûkan bû sedem ku pirsgirêk mezin bibe, lê rêbaza deng û lazerê zexta li herêmê ji bo demekê sivik kir.
Çavkanî: Rûdaw