
Marco Rubio, bi Serokwezîrê Qeterê Al Sanî re li ser danûstandinên Îranê dicive
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, dê li Washingtonê bi Serokwezîrê Qeterê Muhammed bin Al Sanî re bicive û navbeynkariya Qeterê ya di danûstandinên Îranê de binirxîne.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Marco Rubio dê bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Muhammed bin Al Sanî re bicive. Her du rayedar dê îro li Washingtonê hevdîtinê bikin.
Yek ji mijarên sereke yên rojeva hevdîtinê, hewldanên navbeynkariyê yên Qeterê di danûstandinên navbera Amerîka û Îranê de dê be. Her wiha têkiliyên stratejîk ên navbera her du welatan jî dê bên gotûbêjkirin.
Qeter, ji bo kêmkirina aloziya navbera Amerîka û Îranê û dabînkirina çareseriyeke dîplomatîk navbeynkariyê dike. Al Sanî, du hefte berê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê Serok JD Vance re jî li ser mijarên bi vî rengî civiyabû.
Trump, piştî hevdîtinê bi rêya medyaya civakî ragihandibû ku wan bi Al Sanî re gelek mijarên têkildarî Îranê nirxandine.
Çavkanî: Rûdaw