PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Volker Türk bangî serweriya yasayê li Sûriyeyê kir
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Volker Türk tekez kir ku divê serweriya yasayê li Sûriyeya nû hemû welatiyên Sûriyeyê û kêmneteweyên neteweyî li xwe bigire û ragihand ku ew ê di hefteyên bê de serdana Sûriyeyê bike.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Türk diyar kir ku divê serweriya yasayê li Sûriyeya nû her kesekî Sûriyeyî û hemû kêmneteweyên neteweyî li xwe bigire.

Türk got ku bi mebesta şopandina rewşa mafên mirovan û pêvajoya veguhastinê, ew ê di hefteyên bê de serdana Sûriyeyê bike û da zanîn ku ofîsa NY li ser erdê, rasterast li nav axa Sûriyeyê çalakiyan dike û cara yekem e di dîrokê de xwedî vê derfetê ne.

Nûnerê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdullah, derbarê êrîşên li dijî koçberên Kurd piştî tasfiyekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rewşa mafên mirovan a Kurdan pirsî. Türk diyar kir ku ew çi ji destê wan tê dikin da ku alîkariya rayedaran bikin daku dadweriya dema veguhastinê pêk bînin û reformên dadwerî-yasayî piştgirî bikin. Wî got ku ji dawiya sala 2024an ve şahidê guhertinên mezin bûne lê wî negot ku pirsgirêk bi temamî hatine çareserkirin. Herwiha da zanîn ku ew çavdêriya bûyerên li Siwêdayê û peravên Lazqiyeyê dikin.

Türk tekez kir ku divê sîstema dad û yasayê ya bê avakirin, hemû pêkhateyên civakî û kêmneteweyên neteweyî bi temamî biparêze û di vê çarçoveyê de bal kişand ser wê yekê ku ew ê ji bo bicihkirina prensîba serweriya yasayê xebatên xwe berdewam bikin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler