
YNK’ê biryar da ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di civîna Encûmena Serokatiyê de biryar da ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê ragihand ku civîna Encûmena Serokatiyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi dawî bûye û li gorî gotina çavkaniyekî pilebilind ê beşdarî civînê bûyî, YNKê biryar daye ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe.
Heta niha ji aliyê YNKê ve daxuyaniyeke fermî ya nivîskî nehatiye dayîn, lê tê çaverêkirin ku şeva îşev bi peyamekê ku Serokê YNKê Bafil Talebanî belav bike, helwesta dawî ya partiyê ji raya giştî re bê ragihandin.
Roja çarşemê Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya fraksiyonên cuda û parlamenterên serbixwe civiya û careke din çalak bû û desteya serokatiyê ya nû hat hilbijartin. Konsulên giştî û nûnerên dîplomatîk ên gelek welatan bi desteya nû ya hatî hilbijartin re civiyan û çalakbûna parlamentoyê pîroz kirin. Serokê Parlamentoyê tekez kir ku ev gav ne li dijî ti kes an aliyekî ye û banga hemû fraksiyonan kir ku vegerin parlamentoyê û erkên xwe bi cih bînin.
Fraksiyona YNKê beşdarî rûniştina duh a parlamentoyê nebûbû. Encûmena Serokatiyê piştî çalakbûna parlamentoyê bi rojeveke taybet civiya, lê heta niha derbarê civînê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.
Çavkanî: Rûdaw