PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Rûsyayê êrîşî stasyona trênê ya Dnipro kir: 13 kuştî, 10 birîndar
Di êrîşa artêşa Rûsyayê ya li ser stasyona trênê ya sereke ya li Dnipro de 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Rûsyayê êrîşî stasyona trênê ya Dnipro kir: 13 kuştî, 10 birîndar

Di êrîşa artêşa Rûsyayê ya li ser stasyona trênê ya sereke ya li Dnipro de 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Rûsyayê êrîşek li ser stasyona trênê ya sereke ya li bajarê Dnipro yê Ukraynayê pêk anî. Di êrîşê de 13 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku êrîş bi balafireke bêmirov (ÎHA) li ser perona ku trênên bajêr û trênên rêwiyan ên xwedî demên diyar lê disekinin, hatiye kirin. Wî da zanîn ku tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê dixebitin û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest.

Zelenskî bertek nîşanî biryara DYA'yê ya rakirina hin dorpêçên li ser olîgarşên Rûs û sektora enerjiyê da û parast ku ev gav ne ku êrîşên Rûsyayê kêm bike, berevajî wê zêdetir dike. Wî tekez kir ku heta şer berdewam dike divê dorpêçên li ser Moskowê û makîneya şer neyên sivikkirin û divê Yekîtiya Ewropa, DYA û welatên G7 dorpêçên xurtir bînin rojevê.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler