
Endamê Partiya Saadetê yê Malatyayê Ahmet Atam di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
Endamê Lijneya Rêveberiya Bajêr a Partiya Saadetê ya Malatyayê Ahmet Atam, li navçeya Battalgaziyê di qezayekê de jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya Taxa Karakoyê ya girêdayî navçeya Battalgaziya Malatyayê, wesayîtek barhilgir ji rê derket û qelibî şarampolê. Di vê qezayê de endamê 52 salî yê Lijneya Rêveberiya Bajêr a Partiya Saadetê Ahmet Atam jiyana xwe ji dest da.
Serokatiya Bajêr a Partiya Saadetê ya Malatyayê bi peyameke sersaxiyê ragihand ku ew bi xemgîniyeke kûr hînî mirina Atam bûne. Di peyamê de ev gotin hatin bikaranîn: “Em bi xemgîniyeke kûr hîn bûn ku hevalê me yê hêja û endamê Lijneya Rêveberiya Bajêr Ahmet Atam di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Ew mirovekî bi dil û can bi doza xwe ve girêdayî bû û ji bo nirxên ku jê bawer dikir ked dida. Em ji ber windakirina birayê xwe Ahmet di nava xemgîniyê de ne. Em ji Xwedê ji bo rehmetî rehmetê; ji bo malbat, xizm û rêxistina xwe sebir û sersaxiyê dixwazin. Bila cihê wî bihuşt be.”
Çavkanî: Malatya Haber