
Baranên dijwar li 30 bajarî hişyariya karesatê da, xetereya lehiyê û herfîna erdî zêde bû
Pêla nû ya barana dijwar, bi taybetî li Xarpêt, Meletî û Dîlokê li 30 bajarî xetereya lehiyê û herfîna erdî zêde kir.
Pêleke nû ya baranê, bi taybetî li bajarên wekî Xarpêt, Meletî û Dîlokê bû sedema lehî û herfîna erdî. Asta ava çem û rûbaran bilind bû, ava lehiyê gihîşt hinek gundan û rêyên sereke yên çûnûhatinê hatin girtin.
Wezareta Karên Navxweyî, welatî li hember metirsiya lehî, birûsk, bayerên dijwar û herfîna erdî hişyar kirin. Wezîr Mustafa Çiftçi daxwaz kir ku kesên li herêmên bi xetere dijîn, guhdariya daxuyaniyên tîmên rizgarkirinê û yên keşnasiyê bikin.
Rêveberiya Keşnasiyê ya Turkiyeyê, ji bo 30 bajarî ku Amed, Semsûr, Çewlik, Xarpêt, Meletî, Dîlok, Mûş, Mêrdîn, Dêrsim, Rîha, Êşxane û Meraş jî di nav de ne, hişyariya "koda zer" da. Bajarên Antalya, Muğla, Mersin û Adana jî ji ber xetereya zêde xistin nav "koda portaqalî".
Rêveberan diyar kir ku tê mezinê ku baran bi awayê bahoz û birûsk berdewam bike û xetereya lehiyê zêde bibe.
Çavkanî: Kurdistan24