
Barana dijwar li Diyarbakırê çûnûhat rawestand, gelek geştên balafiran hatin betalkirin
Barana dijwar li Diyarbakırê çûnûhata li ser erdê û li ezman asteng kir û rêwî bi bendewariyên dirêj re rû bi rû man.
Li Diyarbakırê barana dijwar ku duh dest pê kir û navber bi navber berdewam dike, ji bilî çûnûhata li ser erdê, çûnûhata li ezman jî xirab kir. Barana bihêz li hemû bajarî jiyan zehmet kir.
Li navçeya Pasûrê xirabûna pirê û girtina rêya Pasûr û Mûşê, çûnûhata li herêmê hêj zehmettir kir. Di heman demê de ji Balafirgeha Diyarbakırê gelek geştên balafiran hatin betalkirin.
Rêwiyên ku dihat plankirin sibeha saet di 08.55an de bi balafira Pegasusê ji Diyarbakırê biçin Sabiha Gökçen a Stenbolê, ji ber derengmayîn û betalkirina geştê neçar man ku bi saetan li balafirgehê li bendê bimînin. Ji rêwiyan Abdurrahim Özgüç bertek nîşan da û got: "Balafira me dereng ma. Sebebê wê nabêjin û agahiyê nadin... Kî dê hesabê vê bide?"
Bi berdewamiya baranê re, betalkirina geştan û derengmayînên dirêj bûn sedema mexdûriyeta rêwiyan û bandora xirab a li ser çûnûhatê hat rojevê.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres