
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo Şahap Kavcioglu daxwaza destûra lêpirsînê kir
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Serokê berê yê BDDK’ê Şahap Kavcioglu de, ji bo lêpirsîna tawanên fînansekirina terorê û şûştina pereyan daxwaza destûrê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi nivîsekê serî li Wezareta Xezîne û Darayiyê da û ji bo Serokê berê yê BDDK’ê Şahap Kavcioglu daxwaza destûra lêpirsînê kir. Ev daxwaz di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Tawanên Fînansekirina Terorê û Şûştina Pereyan ve tê birêvebirin de hat kirin.
Midûrê Giştî yê berê yê Tirkiye Sigorta, Taha Çakmak ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû girtin, di îfadeya xwe de îdia kir ku Kavcioglu ji wî xwestiye ku 6 milyar TL bixe nav fonên Şîrketa Rêveberiya Pusula Pay (PYŞ). Çakmak her wiha diyar kir ku Kavcioglu di pêvajoya kirîna Pusula ya ji aliyê Koma Tera ve jî daxwaza piştgiriya darayî kiriye.
Serokê Daîreya 4’emîn a Sepanê ya berê ya BDDK’ê Mustafa Alper Taş jî îdia kir ku di dema veguhestina Birevim a bo Pusula Holdingê de, Kavcioglu talîmat daye. Taş got ku Kavcioglu telefonî wî û Cîgirê Serokê BDDK’ê Muhammet Erişen kiriye, xwestiye ku bi Murat Çîftçî re hevdîtinê bikin û gefa wê yekê xwariye ku şîrket dê bo TMSF’ê bê veguhestin.
Kavcioglu ku ji hezîrana 2023’an ve serokatiya BDDK’ê dikir, piştî ku îdia ketin rojevê di 11’ê mijdarê de îstifa kir. Kavcioglu beriya îstifaya xwe ji rojnamevan Îsmaîl Saymaz re axivîbû û gotibû ku BDDK “yek ji saziyên herî giranbiha yên Tirkiyeyê ye” û ti eleqeya wî bi karên fonan re nîne, her wiha wî û malbata wî di wan fonan an jî borsayê de ti pereyên wan nînin.
Çavkanî: Kurdistan24