PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Sûriyê îdiayên şandina leşkeran bo Yemenê red kir
Çavkaniyên dîplomatîk ên Sûriyê diyar kirin ku hevkariya leşkerî ya di navbera Şam û Riyadê de tenê bi perwerdeyê sînordar e û ti hêz bo Yemenê nayê şandin.

Sûriyê îdiayên şandina leşkeran bo Yemenê red kir

Çavkaniyên dîplomatîk ên Sûriyê diyar kirin ku hevkariya leşkerî ya di navbera Şam û Riyadê de tenê bi perwerdeyê sînordar e û ti hêz bo Yemenê nayê şandin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Sûriyê diyar kirin ku hevkariya leşkerî ya di navbera Şam û Riyadê de tenê bi perwerde û parvekirina ezmûnan sînordar e û ew îdiayên ku dibêjin leşkerên Sûriyê bo Yemenê tên şandin, bi awayekî tund red kirin.

Çavkaniyeke payebilind a dîplomatîk ku bi ajansa SANAyê re axivî, da zanîn ku ew rêkeftina bi Erebistana Siûdî re hatiye kirin, tenê perwerdekirina personelên leşkerî û zêdekirina kapasîteyê dihewîne. Her wiha da zanîn ku ji meha bê ve heyetên Siûdî dê serdanên koordînasyonê bo Sûriyê bikin û di pêvajoya pêş de dibe ku ev hevkari bibe rêkeftineke berevaniya hevbeş.

Çavkaniyê tekez kir ku pêşîniya rêveberiya Şamê ewlehiya navxweyî, avakirina welat û geşepêdana aborî ye. Her wiha ew îdiaya ajansa AFPê ya ku dispêre rayedarên Yemenî û dibêje bi hezaran leşkerên Sûriyê li dijî Hûsiyan bo Erebistana Siûdî û Yemenê hatine şandin, bi awayekî tekez red kir.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler