
Li ser rêya Akçakale û Ceylanpınarê du otomobîl li hev dan, 4 kes birîndar bûn
Li navçeya Akçakale di encama lihevdana du otomobîlan de 4 kes birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Akçakale ya Şanlıurfayê, li ser rêya Akçakale û Ceylanpınarê, nêzîkî taxa Arıcanê otomobîla bi plakaya 63 AAN 055 û otomobîla bi plakaya 34 AN 8949 li hev dan. Bi giraniya lêdanê re wesayît ji rê derketin û çar kesên di nav wan de bûn birîndar bûn.
Şofêrên din ên ku qeza dîtin û di rê re derbas dibûn, ji bo ku alîkariya birîndaran bikin wesayîtên xwe rawestandin û destwerdana yekem kirin. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê; birîndar bi alîkariya welatiyên derdorê ji wesayîtan hatin derxistin û teslîmî tîmên tenduristiyê hatin kirin.
Çar birîndarên ku destwerdana wan a yekem hat kirin, bi ambulansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakale û hatin dermankirin. Hat ragihandin ku rewşa wan a tenduristiyê baş e. Otomobîlên ku qeza kirin jî piştî lêkolînên li cihê bûyerê, bi alîkariya kêşekê ji ser rê hatin rakirin.
Çavkanî: Urfanatik