
Li Birecika Rihayê kepçeyek û otomobîlek li hev dan: 2 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Birecikê ya Rihayê, di encama lihevketina kepçeyekê û otomobîlekê de du kesan jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Birecikê ya Rihayê, li nêzîkî îstasyona muayeneyê ya li Taxa Bentbahçesiyê, kepçeyek û otomobîlek li hev dan.
Di bûyerê de ajokarê otomobîla bi plaqeya 63 AJR 398, Abdullah Polatê 26 salî û hevjîna wî Seher Polata 27 salî jiyana xwe ji dest dan. Kepçe ji aliyê A.Ç.yê 19 salî ve dihat ajotin. Di encama lihevketinê de Asiyeya 4 salî û Halil İbrahim Polatê 2 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê bûn. Zarokên birîndar ji aliyê tîmên 112ê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Birecikê hatin rakirin.
Sata qezayê bi kameraya ewlehiyê hat tomarkirin; di dîmenan de kêliya lihevketina otomobîl û kepçeyê tê dîtin.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres