
Li Şanliurfayê mamoste Alî Firat Dilsiz di qezaya motorsîkletê de jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya girêdana otobanê ya Herêma Pîşesaziya Rêkûpêk a Şanliurfayê, mamosteyê 29 salî Alî Firat Dilsiz di qezayekê de jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya girêdana otobanê ya Herêma Pîşesaziya Rêkûpêk a Şanliurfayê, motorsîkletekê li bariyeran da û qeza çêbû. Hat ragihandin ku ajokarê 29 salî Alî Firat Dilsiz, bi sedemeke ku hê nehatiye zanîn kontrola motorsîkletê ji dest daye.
Ajokarên din ên ku qeza dîtin, rewş ji tîmên tenduristiyê re ragihandin. Tîmên tenduristiyê yên ku çûn cihê bûyerê, destwerdana ewil li Dilsizê ku bi giranî birîndar bûbû kirin; lê tevî hemû hewldanan mamoste jiyana xwe ji dest da.
Alî Firat Dilsiz li Dibistana Seretayî ya Konuklu Mavi Vatanê wek mamoste dixebitî. Mirina wî, xizmên wî û civaka perwerdeyê xiste nava şînê.
Çavkanî: Şanlıurfa Gazetesi