
Li Şanliurfayê barana zêde bû sedema lehiyê, welatiyan rewş bi weşana zindî parve kir
Piştî barana zêde ya li Şanliurfayê, li gelek deveran lehî rabû û trafîk asteng bû; welatiyan hewldanên xwe yên ji bo valakirina avê û parastina kelûpelên xwe bi weşana zindî ya li ser medyaya civakî nîşan dan.
Piştî hişyariya koda zer a ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve, barana zêde li Şanliurfayê bandor kir. Di demek kurt de kolan û cade di bin avê de man; li Çerxerêya Abîde, Çerxerêya OSM û Taxa Devşetiyê ya navçeya Xelîliyeyê hatûçûn asteng bû.
Barana dijwar bû sedem ku av têkeve hin mal û kargehan. Dema welatiyan hewl dida avê vala bikin û kelûpelên xwe biparêzin, hinek ji wan bi telefonên xwe yên destan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşana zindî vekirin û rewşa gav bi gav ji temaşevanên xwe re ragihandin.
Ji ber kombûna avê û girtina rêyên avê, polîsên trafîkê çerxerêyên Abîde û OSMê bi awayekî demkî ji bo trafîka wesayîtan girtin. Tîmên ŞUSKÎ û agirkujiyê li deverên ku lehî lê rabûbû dest bi mudaxaleyê kirin, rêyên avê yên girtî vekirin û ava li ser rêyan paqij kirin; çerxerê paşê dîsa ji bo trafîkê hatin vekirin.
Welatiyan ji bo valakirina ava ku di mal û kargehên wan de kom bûbû û ji bo paqijiyê xebatên xwe berdewam kirin.
Çavkanî: Urfanatik