Rojev

Li Eyyubiyeya Rihayê, ji ber sobeya bi gaza mutbexê xortekî jiyana xwe ji dest da
Li Eyyubiyeyê, gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeya bi gaza mutbexê belav bû, bû sedema mirina Halil Kurt.
Li taxa Yardimci ya navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê, tê texmînkirin ku Halil Kurt ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeya bi gaza mutbexê belav bûye, jehrî bûye. Kesên nêzîkî wî, dîtin ku Kurt bêliv e û rewş ji tîmên tenduristiyê re ragihandin.
Tîmên tenduristiyê yên ku li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê, mudaxaleyî Halil Kurt kirin, lê di kontrolan de hat dîtin ku wî jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê, tîmên cendirmeyan li herêmê lêkolîn dan destpêkirin.
Cendirme ji bo zelalkirina sedema rastîn a mirina Halil Kurt û ronîkirina bûyerê lêpirsînê didomînin.
Çavkanî: Şanlıurfa Gazetesi