Rojev

Li Eyyubiyeya Rihayê agirê li kargeha rûn hat kontrolkirin
Agirê ku li kargeheke rûn li navçeya Eyyubiyeya Rihayê derketibû, bi destwerdana bilez a tîmên agirkujiyê di demek kurt de hat vemirandin.
Li navçeya Eyyubiyeya Rihayê, li taxa Koçorenê di saetên êvarê de ji ber sedemek ku hê nehatiye zanîn, li kargeheke rûn agir derket.
Piştî ku welatiyên rewşê dîtin û li 112'ê geriyan, tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîman bêyî wext winda bikin destwerdan kirin û agir berî ku mezin bibe kontrol kirin.
Hat ragihandin ku derbarê sedema derketina agir de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çavkanî: Şanlıurfa Gazetesi