Rojev

Li Xelîliya Rihayê di navbera du grûpan de şer derket: 3 kes birîndar bûn
Li taxa Îmam Bakir a li navçeya Xelîliya Rihayê di encama şerekî de sê kes birîndar bûn.
Li taxa Îmam Bakir a li ser navçeya Xelîliya Rihayê, genşeya bi devkî ya di navbera du grûpan de di demeke kurt de veguherî şer. Aliyan di şer de kêr, pêhn û kulm bi kar anîn.
Li ser agahdarkirina welatiyên ku bûyer dîtin, tîmên tenduristiyê û polîs ji bo herêmê hatin şandin. Sê kesên birîndar, piştî midaxeleya yekem bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif İnan û hatin dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiya wan baş e.
Tîmên polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin û ji bo tespîtkirina sedema derketina şer û kesên beşdarî şer bûne lêpirsîn da destpêkirin. Lêkolîn hîn berdewam dike.
Çavkanî: Urfanatik