Rojev

Li Haliliyeya Rihayê otomobîl û motorsîklet li hev dan, ajokar birîndar bû
Li navçeya Haliliyeyê ya Rihayê, otomobîlekê li motorsîkleta ku di heman rêyê de diçû da û bû sedema birîndarbûna ajokarê wê.
Li navçeya Haliliyeyê ya Rihayê, otomobîlekê ku plaqe û ajokarê wê nehatin zanîn, li motorsîkleta ku di heman rêyê de diçû û plaqe û ajokarê wê nehatin zanîn, da. Di encama lêdanê de ajokarê motorsîkletê birîndar bû.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Destwerdana ewil a birîndar li cihê bûyerê hat kirin û piştre bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çavkanî: Şanlıurfa Gazetesi