
Li Karaköprüya Rihayê ciwanek ji balkona avahiyeke 8 qatî ket û birîndar bû
H.Ç.yê 20 salî li Karaköprüyê ji balkona avahiyekê ket ser banê kargehekê û rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Karaköprü ya Rihayê, li taxa Seyrantepeyê di saetên êvarê de H.Ç.yê 20 salî ku li balkona qata duyemîn a avahiyeke 8 qatî rûniştibû, bi sedemeke nediyar hevsengiya xwe winda kir û ket xwarê.
Ciwanê ku ket, bi qîrîna xwe bal kişand ser welatiyên derdorê û welatiyan li Navenda Banga Lezgîn a 112yê geriyan û daxwaza alîkariyê kirin. Tîmên tenduristiyê, polîs û Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê sewqî cihê bûyerê bûn; tîmên agirkujiyê bi pêpelûkan derketin ser banê kargehê û H.Ç. rizgar kirin.
Ciwanê rizgarbûyî radestî tîmên tenduristiyê hat kirin û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif İnan. Piştî destwerdana ewil a li beşa lezgîn a nexweşxaneyê, hat ragihandin ku metirsiya jiyanê ya ciwan nîne û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Ji bo tespîtkirina ka bûyer çawa qewimiye, tîmên Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Karaköprüyê lêpirsîn dan destpêkirin.
Çavkanî: Urfanatik