
Li Karaköprüya Rihayê otomobîl û motorsîklet li hev qelibîn, ajokarê 26 salî birîndar bû
Li Taxa Narlikuyuyê ya Karaköprüyê du wesayît li hev qelibîn, ajokarê motorsîkletê yê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li Bulvara Mehmet Hafiz a Taxa Narlikuyuyê ya navçeya Karaköprüya Rihayê, otomobîla bi plaqeya 06 ETP 382 û motorsîkleta bi plaqeya 27 BBF 190 li hev qelibîn. Di encama qezayê de ajokarê motorsîkletê yê 26 salî Rustem Ç. kete ser rê û birîndar bû.
Welatiyên ku qeza dîtin, telefonî Navenda Banga Lezgîn a 112'an kirin; tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê bûn. Tîmên tenduristiyê destpêkê li cihê bûyerê mudaxaleyî ajokarê birîndar kirin û piştre ew bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Inan. Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatin wergirtin, rewşa tenduristiya Rustem Ç. baş e û xetereya jiyanê nîne.
Polîsan bi tîmên Şaxa Kontrolkirina Trafîkê re li ser wesayîtên ku tevlî qezayê bûne lêkolîn kirin. Piştî temambûna lêkolînan, otomobîl û motorsîklet bi alîkariya xirxalê (çekici) ji ser rê hatin rakirin û herikîna trafîkê ya li Bulvara Mehmet Hafiz vegeriya rewşa xwe ya asayî. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Çavkanî: Urfanatik