
Li ser rêya Şanliurfa-Mêrdînê du otomobîl li hev dan, hejmara miriyan bû 2
Di encama lihevketina du otomobîlan a li ser rêya navbera Şanliurfa û Mêrdînê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Ceylanpinar-Qoserê ya navbera Şanliurfa û Mêrdînê, nêzîkî Taxa Saraç Çeşmeyê du otomobîl li hev dan. Di encama lihevketina wesayîtên ku ajokar û plaqeyên wan hê nehatine zanîn de, heft kesên di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina welatiyên ku qeza dîtin, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê bûn. Tîmên tenduristiyê destpêkê li cihê bûyerê mudaxaleyî birîndaran kirin û bi ambûlansan ew rakirin nexweşxaneyan. Ji birîndarên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, du kes tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku hejmara kesên di qezayê de mirine du, hejmara birîndaran jî pênc e. Tîmên polîsan li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin û lêpirsîna derbarê sedema qezayê de berdewam dike.
Çavkanî: Şanlıurfa Gazetesi