Rojev

Li Pirsûsa Rihayê TIRa barhilgirê otomobîlan û otomobîlek li hev qelibîn: 6 birîndar
Li navçeya Pirsûsa Rihayê TIRa ku otomobîl hildigirt û otomobîleke di rê de bû li hev qelibîn, di qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê, TIRa ku otomobîl hildigirt û otomobîleke di rê de bû li hev qelibîn. Sedema qezayê hê nehatiye zanîn.
Di qezayê de bi giştî şeş kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê bûn, destwerdana ewil li birîndaran hat kirin û bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin baş e.
Çavkanî: Şanlıurfa Gazetesi