PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Doza Selahattin Demirtaş a ku 15 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, şandin Mêrsînê
Dosyaya doza Selahattin Demirtaş a ku li Amedê dihat darizandin, bo Dadgeha Cezayê Asliye ya 14emîn a Mêrsînê hat şandin.

Doza Selahattin Demirtaş a ku 15 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, şandin Mêrsînê

Dosyaya doza Selahattin Demirtaş a ku li Amedê dihat darizandin, bo Dadgeha Cezayê Asliye ya 14emîn a Mêrsînê hat şandin.

Dadgeha Cezayê Asliye ya 18emîn a Amedê, daxwaza parêzerên Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş a ji bo yekkirina dosyaya dozê ya li Amedê bi dosyeyên li Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê û Dadgeha Cezayê Asliye ya 14emîn a Mêrsînê re, di navbera rûniştinan de nirxand.

Dadgehê daxwaza yekkirinê ya parêzeran qebûl kir û biryar da ku dosya bi hinceta "nebûna rayeyê" bo Dadgeha Cezayê Asliye ya 14emîn a Mêrsînê were şandin.

Demirtaş, ji ber heft çalakiyên cuda yên ku di sala 2016an de li Amedê beşdarî wan bûye, bi tohmetên "bi eşkereyî teşwîqkirina ji bo kirina sûc", "bi eşkereyî teşwîqkirina gel bo kîn û dijminatiyê", "pesindana sûc û sûcdar", "rêkxistin, birêvebirin û beşdarbûna li civîn û meşên li dijî qanûnê" û "bi eşkereyî biçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, TBMM, hikûmet û organên dadweriyê" tê darizandin. Ji bo van sûcan 9 heta 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler