
Festîvala Dengbêjî û Govendê li Şengalê dest pê kir
Festîvala ku dê du rojan li Şengalê berdewam bike, armanc dike hunera kurdî zindî bihêle û biparêze.
Li Şengalê, bi mebesta zindîhêlan û parastina hunera resen a kurdî, Festîvala Dengbêjî û Govendê di 20ê Mijdara 2026an de dest pê kir. Yek ji organîzatorên festîvalê Rênas Hesen Babekir daxuyand ku çalakî dê du rojan berdewam bike.
Di roja ewil de piştî vekirina fermî û guhdarîkirina dengan, ji Şengalê Celo Şengalî, ji Xaneqînê Seyîd Heyder Berzincî û Seyîd Rêbwar Kakeyî, ji Kerkûkê Belîn Faris dê derkevin ser dikê. Her wiha Koma Govendê ya Şengalê û ji Silêmaniyê Koma Govendê ya Estêrekan jî dê pêşandanekê pêşkêş bikin.
Di roja duyem a festîvalê de paneleke zanistî li ser çanda dengbêjiyê dê bê lidarxistin. Di panelê de hebûna dîrokî ya hunerê li herêmên cuda û bandora erdnîgariyê li ser şêwazên dengbêjiyê dê bên gotûbêjkirin. Di bernameya performansê de ji Hewlêrê Griv, ji Duhokê Siyabend Berwarî û dengbêjên Şengalê Eyad, Derwêş û Hecî dê berhemên xwe pêşkêş bikin; Koma Govendê ya Kelha Şêrwanê ya ji Kelarê û Koma Govendê ya Stiya Nekşa ya ji Şengalê jî dê derkevin ser dikê.
Babekir bal kişand ser wê yekê ku armanca bingehîn a festîvalê ew e ku hunera dengbêjî û govendê wekî parçeyekî girîng ê nasnameya neteweyî û mîrateya çandî ya kurdî bê parastin û ji nifşên nû re bê veguhestin. Çalakî armanc dike ku bi anîna hunermendên ji bajar û herêmên cuda yên Kurdistanê li cem hev, beşdarî danasîna şêwazên herêmî, parvekirina ezmûnan û xurtkirina têkiliyên çandî bibe.
Çavkanî: Kurdistan24