
847 malbatên koçber di koma 7'an de vedigerin Serê Kaniyê
Di çarçoveya koma 7'an de, îro û sibe 847 malbatên koçber vedigerin ser mal û warên xwe.
Di çarçoveya koma 7'an de, îro û sibe 847 malbatên koçber ên din vedigerin ser mal û warên xwe yên li Serê Kaniyê. Heya niha zêdetirî 4 hezar malbatî vegeriyane gundên xwe yên li derdora Serê Kaniyê. Hêzên asayîşê armanc dikin ku di hefteya bê de nêzî 1 hezar malbatên din vegerînin û di qonaxên pêş de jî nêzî 9 hezar malbatên ji navenda bajêr vegerin ser axa xwe.
Şemsa Xelef diyar kir ku piştî 8 salan cara yekem e ku mala xwe dibîne û dît ku mal bi temamî hatiye talankirin û wêran bûye. Wê got ku destikên deriyan, pace û hemû kelûpelên hundir hatine birin, yên mayî jî bi zanebûn hatine şikandin. Cemîl Etiya jî anî ziman ku ew bi malbata xwe ya mezin a ji 50 kesan pêk tê, vegeriyane gundê xwe, ser milkê bavê xwe û li kêleka gorên dê û bavê xwe, û got ku wan di rêyên koçberiyê û kampan de di şertên zehmet de, "wek girtiyan" jiyan kirine.
Cîgirê Fermandarê Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê) Siyamend Efrîn da zanîn ku 847 malbatên di koma 7'an de dê di nava du rojan de derbasî gundan bibin û di hefteya bê de ew ê nêzî 1 hezar malbatên din bigihînin axa wan. Her wiha destnîşan kir ku plana vegerandina nêzî 9 hezar malbatên xelkê navenda bajêr jî hatiye danîn.
Çavkanî: Rûdaw