
Deryê Sînorî yê Şeybê di 10ê Mijdarê de Dîsa Hata Vekirin
Hikûmeta Iraqê piştî temamkirina mercên teknîkî, Deryê Sînorî yê Şeybê dîsa vekir.
Hikûmeta Iraqê, piştî temamkirina merc û karên teknîkî yên pêwîst, di sibeha sêşema 10ê Mijdara 2026an de Deryê Sînorî yê Şeybê dîsa ji bo xizmetê vekir. Serokê Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê Omer Waîlî, ev geşedan ji ajansa nûçeyan a fermî INA re ragihand.
Beriya vê, di 20ê Çiriya Pêşîn a 2026an de biryara girtina derî ji bo bazirganî û derbasbûnê bo demeke nenas hatibû dan. Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê bertek nîşanî vê biryarê dabû û ragihandibû ku biryara girtinê berê bi daxuyaniyeke fermî ji Tehranê re nehatiye şandin.
Omer Waîlî diyar kir ku Deryê Sînorî yê Mendeliyê ku deriyekî din ê sînorî yê li gel Îranê ye jî, bi mebesta temamkirina mercên teknîkî dê ji roja înê ve bo demeke kurt bê girtin.
Çavkanî: Kurdistan24