
8 eraziyên SGK’ê yên li Sûrê ya Amedê bi bihayên kêm hatin firotin, daxwaza betalkirinê hat kirin
SGK’ê li navçeya Sûrê ya Amedê 8 erazî bi bihayên kêm ên di navbera 63,5 û 90,9 milyon TL de xistin îhaleyê, welatiyekî bi rêya CÎMER’ê daxwaza betalkirina îhaleyan kir.
Saziya Ewlekariya Civakî (SGK), 8 eraziyên li gundê Rıclık (Yiğitçavuş) ê navçeya Sûrê ya Amedê di 27’ê Cotmeha 2026’an de xistin îhaleyê. Mezinahiya eraziyan di navbera 10.415 m² û 14.902 m² de ye û bihayên firotinê jî di navbera 63.500.000 TL û 90.900.000 TL de hatine diyarkirin. Bo nimûne, parsêlên bi hejmar 2 û 3 ên li ada 7674’an ên 14.902 m² bi 90.900.000 TL, parsêlên bi hejmar 1-4 ên li ada 7668’an ên 10.415 m² jî bi 63.500.000 TL hatin firotin.
Hat îdiakirin ku îhale di bin nirxê bazarê û nirxên emsal ên li herêmê de ne. Eraziyên SGK’ê yên li heman herêmê ku di sala 2024’an de jî bi bihayên kêm hatibûn firotin, piştî berteka raya giştî hatibûn betalkirin. Derbarê kîjan şîrketan beşdarî îhaleyên dawî bûne û kiryar kî ne, tu agahî nehatin bidestxistin; li ser malpera înternetê ya SGK’ê jî derbarê encaman de tu daxuyanî nîne.
Li ser vê rewşê, welatiyekî bi rêya Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) serî lê da û diyar kir ku gumanên nelirêtiyê di îhaleyên eraziyan ên SGK’ê de hene û daxwaza pêşîlêgirtina zirarê ya giştî û betalkirina firotinan kir. Di serlêdanê de hat gotin ku ferqa bihayê ya di navbera her du pêvajoyên îhaleyê de dibe sedema zirarê li malê dewletê û prensîbên bingehîn ên qanûna îhaleyê yên wekî şefafiyet, pêşbazî û parastina berjewendiya giştî hatine binpêkirin.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün