
Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan daxwaza girtina santrala termîk a Koma Cîner a li Silopiyayê kir
Tuncer Bakirhan diyar kir ku santrala termîk a Koma Cîner a li Silopiyayê dibe sedema nexweşiyên penceşêrê û xwest ku destûra wê neyê dirêjkirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku santrala termîk a Koma Cîner a li navçeya Silopiya ya Şirnexê dibe sedema nexweşiyên penceşêrê û daxwaza girtina wê kir.
Bakirhan di meşê de bal kişand ser bandorên neyînî yên li ser av, çandinî û tenduristiyê û got: "Zarokên me têra xwe nexweş ketin. Em nikarin avê vexwin, em nikarin tiştên ku em diçînin bixwin. We têra xwe em jehrî kirin. Ji vir şûnde destûra wê dirêj nekin."
Meş di navbera bajarokên Bêspin (Görümlü) û Gite (Çalışkan) ên Silopiyayê de hat lidarxistin; piştî çalakiyê li Kolana Hunerê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û Bakirhan îdia kir ku ji roja santrala termîk hatiye avakirin heta niha 4 hezar kes ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dane.
Bakirhan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya pêşerojê ligel pêvajoya aştiyê ji bo xwezayeke paqij, av û axê bidomînin.
Çavkanî: Rûdaw