
Di Operasyona Silüetê de li amedê toreke fihşê hat aşkerekirin
Di çarçoveya Operasyona Silüetê de li 10 bajaran 28 gumanbar hatin girtin, 17 ji wan hatin girtin û toreke darayî ya ku nirxê wê 977 milyon TL ye hat derxistin holê.
Di 9ê Çiriya Pêşîn de bi navendiya Amedê li Îzmîr, Stenbol, Antalya, Hatay, Denizli, Kayseri, Edirne, Sakarya û Mersinê bi rengekî hevsermdem "Operasyona Silüetê" hat kirin û 28 gumanbar hatin girtin. Kesên hatine girtin di 12ê Çiriya Pêşîn de rewaneyî meqamên dadweriyê bûn, 17 ji wan hatin girtin û şandin girtîgehê.
Di lêkolînên Desteya Lêkolînkirina Sûcên Darayî (MASAK) de hat diyarkirin ku gumanbaran li ser înternetê bi profîlên sexte yên jinan û îlanên eskortê mişterî peyda kirine, bi rêya wesayîtên kirêkirî û taksiyan jin şandine navnîşanên diyar. Di çarçoveya karên darayî de nêzîkî 977 milyon TL hat tespîtkirin; veguhastina pereyan di ser hesabên bankayan yên kesên sêyemîn, sermayeyên krîpto û bi rêya zêrkeran bi kirîna zêr dihat meşandin.
Di çarçoveya têkoşîna li dijî dahatên sûc de, dest hat danîn li ser mal û milkên wan ku di nav de 7 otomobîl û erdek bi nirxê 8 milyon û 750 hezar TL hene. Şopandina bi baldarî ya tîmên Rêveberiya Şaxê Emniyetê ya Amedê û analîzên darayî yên MASAKê, tora li pişt profîlên sexte û veguhastina tevlihev a pereyan derxist holê.
Çavkanî: Diyarbakır Söz